Librería Samer Atenea
Librería Aciertas (Toledo)
Kálamo Books
Librería Perelló (Valencia)
Librería Elías (Asturias)
Donde los libros
Librería Kolima (Madrid)
Librería Proteo (Málaga)
Agirîn jineke ciwan e û gelek awat û xeyalên wê yên şirîn û xweş ji bo paşeroja xwe û malbataxwe hene.Wê tevî hevjîn û zaroka xwe li gundekî biçûk û bedew li Çiyayên Şengalê jiyan dikir û nedizanî ku her tişt wê di demeke nêz de biguhere û serobino bibe.Di sala 2014’an de DAÎŞ’ê êrişî kurdên êzdî kir. Bi êrişê re gelek kawosên bêdawî û girtin û kuştin û talankirin û destdirêjî û hwd. derheqê êzdiyan de dest pê bûn.Van cinayetan rojên herî reş û tarî di jiyana Agirînê û bi hezaran kesên din ên Şengalê de dan destpêkirin. Agirînê êdî hemû hêviyên xwe ji dest dabûn û jiyan jê re bêwate bûbû.Agirîn tam di wê heyamê de jineke destvala dibîne ku bi çekdarekî DAÎŞ’ê re şer dike. Mirina wê jina wêrek çirûskeke hêviyê di dilê Agirînê de diafirîne û wê hêvîdar dike ku ji bo xwe û gelê xwe şer bike û teslîmî çarenivîsa reş nebe.Çîroka vê romanê ji êrişa DAÎŞ’ê ya di sala 2014’an de li ser Şengalê îlham hatiye wergirtin û çîroka xelkê êzdî ku li hember tarîtiyên herî giran sekinîn, vedibêje.